Dadwerê dadgeheke navçeyî ya Amerîka li bajarê Denver ê wîlayeta Colorado ferman da polîs ku bikaranîna gazên rondikrêj û guleyên plastîk û alavên din ên bikartanîna hêzê li dijî xwepêşanderan rawestîne.
Ev fermana demkî hat wek bersivdana dozeka xwecihî ya ku ji aliyê xwepêşanderan ve li dadgeha Denverê hatibû vekirin û tê de gazinda bikaranîna hêza tund ji aliyê polîs ve hatibû kirin.
Li gor fermanê, "Tirsa xwepêşanderên aştiyane ji tolvedana polîs, axaftina wan a siyasî bêdeng dike.”
Li Denver, ev bû bêhtirî hefteyekê ye ku xwepêander bi awayekî rojane derdikevin û mirina George Floyd di nav destê polîs de şermezar dikin.
Ev doza ku ji aliyê 4 çalakvanan ve hatibû vekirin, behsa tevlîbûna hin xwepêşanderan di kiryarên talakirinê de kir, lê got piraniya xwepêşanderan aştiyane tevdigerin.
Çalakvanan di doza xwe de got ku polîs bê huşdariya pêşwext û daxwaza belavbûnê, tundî li dijî xwepêşanderan bi kar anî û herî kêm jinek di çavên xwe de birîndar bû.