Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka jibo Alîkarîdana Programên Navokî û Koreya Bakurî 30 Kes û Şîrket Ceza Dike


Wezareta Derve ya Amerîkî îro Înê ragihand ku li ser 30 kes û şîrketên bîyanî toleyên aborî datine danan ku hinek ji wan teknolojîya hesas veguhastine programa navokî ya Îranê û hinekên din jî qanûnên derfirotina ji Îran, Koreya Bakur û Sûrîyê binpê kirine.

Di daxuyanî de tê gotin ku tole li ser 11 kesitî û kompanîyên ji Çînê, Koreya Bakur, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) were danîn, bi sedema ku wan teknolojîya ku dikare programa navokî ya Îranê xurtir bike, şandine wî welatî.

Wezareta Derve dîyar kir ku cezayên aborî l iser 19 şîrket û şexsên hatiye danîn, jiber binpêkirinên qanûnên dijî kirîn, firotina bi Îran, Koreya Bakur û Sûrîyê.

Wezaretê got ku bi bawerîya wê ew teknolojîya hesas ku di çêkirina çekên komkujî de tê xebitandin, şandine welatên din.

XS
SM
MD
LG