Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya Hilbijêran Îro Dicive ku Serokê Nû Erê Bike


Electoral College

Desteya Hilbijêran (Electoral College) îro Duşemê dicive ku bi fermî serokê nû, Donald Trump erê bikin ki bibe serokê 45'an yê Amerîkî.

Tevî ku hilbijartina seroktîya Amerîkî di meha Mijdarê de hatibe kirin jî, Desteya Hilbijêran di vê rojê de dicive û serokê nû piştrast dikin.

Di sîstema Amerîkî de serok ne bi piranîya dengan, lê bi encama hilbijartinên yek û yek ya her yek ji 50 eyaletan û bi ya paytaxt Washington pêk tê.

Berbijarê ku li her eyaletê dengên herî zêde qezenc kirine, hemî dengên Desteya Hilbijêran ya wê eyaletê, ku ew jî li gor nîfûsê çêdibe, werdigirin. Di Desteya Hilbijêran de bi giştî 538 hilbijlêr hene û ew li paytaxtên eyaletên xwe dengê xwe didin.

Di hilbijartên de berbijara Demokratîk Hillary Clinton ji hevrikê xwe yê Komarî Donald Trump nêzîkî 2.9 mîlyon deng pirtir wergirtin, lê Trump 306 dengên Desteya Hilbijêran qezenc kir. Bo qezenckirina Desteya Hilbijêran divê kandîdek herî kêm 270 dengan wergire.

Di dîroka Amerîka de cara pêncan e ku berbijarên ku pirtir deng wergrtine nikarin bibin serokê Amerîka.

XS
SM
MD
LG