Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Dewlet Mizgeftên Xwe Jinûve Vedikin


Jimareke dewletên ku jiber şewba vîrusa korona mizgeftên xwe girtin bo nimêja Înê ew jinûve vekirin.

Li 180 herêmên Îranê mizgeft vebûn, lê li Tehran ya paytext û hin herêmên din yên lê rîska vîrusa korona mezin e, mizgeft venebûn.

Mizgeftên di bin kontrola hikûmeta Sûrîyê de jî vebûn û karbidestan ji gel xwestin ku li gor mesafeya civakî tevbigerin û maskeyan bidin ber rûyên xwe.

Li Sudana Başûr, Cezayîr, Tunus, Fas û hin li dewletên din dê mizgeft heta dawîya rojîya Remezanê girtî bimînin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê dîyar dikin ku li seranserê cîhanê bi qasî 4,000,000 kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 270,000 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG