Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Dewletên YE'ê Ser Nûnerên Nû li Hev Nakin


Rêberên dewletên Yekîtîya Ewrupa, di civîna duyê de jî ser rêvebirîya nû ya yekîtîyê li hev nekirin.

Nûnerên YE’ê dê bo dîyarkirina berpirsên nû cara sêyê di 30’ê Hezîranê de kom bibin.

Rêberên YE’ê bo dîyarkirina berpirsên nû li Brukselê kom bûn.

Hilcivîn du rojan dom kir û jiber ku Almanaya û Fransa ser berbijran li hev nekir, ji civînê ti encam derneket.

Serokê Konseya YE’ê Donald Tusk dîyar kir ku sê berbijar Manfred Weber, Frans Timmermans û Margrethe Vestager in, lê da zanîn ku wan ne li parlamanê ne jî li konseyê piştgirîya pêwîst nestandiye.

Serokê Komîsyona YE’ê Jean Claude Juncker jî da zanîn ku ew bi awayekî ecêbmayî tiştên diqewimin temaşe dike û got ku dîyarkirina nûnerên nû dê dijwar be.

XS
SM
MD
LG