Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewletên Kendavê Balyozên Xwe ji Sûrîyê Vedikşînin


Dewletên Kendavê Balyozên Xwe ji Sûrîyê Vedikşînin
Dewletên Kendavê Balyozên Xwe ji Sûrîyê Vedikşînin

Civata Hevkarîyê ya Kendavê ragihand ku jibo protestokirina tundûtûjîya hikûmeta Sûrîyê ya dijî xwepêşanderên azadîxwaz, ew dê hemû balyozên xwe ji paytaxt Şamê vekişîne.

Tê eşkere kirin ev biryar hate dayîn, piştî ku hikûmeta Sûrîyê red kiriye dawî li kuştina hemwelatîyên xwe bîne.

Ajansa nûçeyan ya Erebistana Saudî ku raport weşandibû, dîyar dike dê welatên Kendavê her wiha hemû balyozên hikûmeta Sûrîyê ji welatên xwe dersînor bikin.

Ji aliyekî din ve, tê çaverê kirin ku wezîrên derve yên Civata Hevkarîyê ya Kendavê roja Şemîyê kom bibin da ku rewşa Sûrîyê giftûgo bikin.

Melîkê Erebistana Saudî Abdullah, bang li civaka navnetewî kiribû ku biryarên tund yên derbarê Sûrîyê wergire.

Hêja yî gotinê ye, Erebistana Saudî welatê yekê bû ku çavdêrên xwe li nav şandeya Yekîtîya Ereb ya ji Sûrîyê vekişandibû.

XS
SM
MD
LG