Sazîya Darayî ya Pêşketina Navneteweyî ya Amerîka (DFC) îro Pencşemê jibo projeyên nû yên pişesazîya enerjîyê kesk ya Tirkîyê 350 mîlyon dolar kredîya rasterast ragihand, ku , kredîya herî zêde ya heya niha ye.
DFC di daxuyanîyeke de ragihand ku kredîya bi 350 mîlyon dolarî hatiye dayînê kompanîya Hilberîna Enerjîyê Enerjîsa, jibo 9 projeyên nû yên santralên elektrîkê yên bayê li Rojavayê Tirkîyê.
“Kredîya DFC, wê piştgirî bide avakirin, xebitandin û pêşdexistina 9 santralên elektrîkê yên bayê li Aydin, Balıkesir û Çanakkale, ku çaverê ye salê bi qasî 2.51 terawat-saet (TWh) enerjîya kesk hilberînin, “DFC got.
Saziya Amerîka dîyar kir ku wê alîkarîya Tirkîyê bike ku ew daxwaza mezin ya enerjîyê bi cîh bîne, çavkanîyên xwe yên enerjîyê cihêreng bike, û giredabûna xwe ya bi sotemenîyên biyanî kêm bike.
Cîgira Serokê DFC Nisha Biswal di serdana xwe ya li Tirkîyê de girîngîya vê kredîyê destnîşan kir.
"DFC jibo pêşdebirina binesaziya enerjîya paqij li Tirkîye û li çaralîyê cîhanê jibo zêdekirina ewlehîya enerjiyê û pêşdebirina mezinbûna aborî ya domdar pêgir e."
Serokê Koma Enerjîyê ya Sabancı Holdîngê, Kivanç Zaîmler jî li ser navê Enerjîsa kefxweşîya xwe ragihand û got ku veberhenana bi vê kredîyê wê jibo parastina ewlehîya enerjîyê ya Tirkîyê alîkarîyeke girîng bike."
Tirkiye di warê projeyên deyndana karsazîyên piçûk, hilberîna enerjîyê û yên bi wî rengî de, bi veberhênan 1,6 mîlyar dolarî di nav bazarên herî berfireh yên DFC’ê de ye.
"Ev kredî ji bo kûrtirkirina hevkarîya stratejîk ya bi Tirkîyê re ye delîla herî dawî ya pabendbûna Amerîka ye, " DFC got.
Jêder: DFC