Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Agireke Dijwar de Gelek Xanî Şewitîn


Agirkuj hewil didin agirê dijwar vemirînin

Di encama agireke dijwar de, bi kêmî ve 20 xanî li eyaleta Nevada şewitîn û bi hezaran kes bê cîh û war man.

Karbidestên bajarê Reno dibêjin, agir li seranser şeva Pêncşemê li başûrê bajêr berdewam kir.

Jiber bayên xûrt agir bi hesanî û lezgînî belav bû û otobana serekî ya I -395 ku eyaletan bi hevre girê dide, jibo demekê girtî ma.

Agirkuj dibêjin, wan pêşdeçûna agirê sekinandîye, lê agir bi tevahî nehatîye vemirandin.

Karbidestan heta niha eşkere nekir sedema agirê çi ye.

XS
SM
MD
LG