Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Aloziyên Dijî Hikûmetê de li Sûrîyê Neh Kes Hatin Kuştin


Di Aloziyên Dijî Hikûmetê de li Sûrîyê Neh Kes Hatin Kuştin
Di Aloziyên Dijî Hikûmetê de li Sûrîyê Neh Kes Hatin Kuştin

Bizavkar dibêjin hêzên Sûrî gulle berdan ser xwepêşanderên bo veşartina termê zarokekê kom bibûn, têde herî kêm Çar kes kuştin.

Bizavkar dibêjin ew alozî li parêzgeha Idlîb li bakûra rojavaya Sûrîyê di nav çendîn bûyerên din yên bikuj de bû ku roja Şembî çêbûn.

Ew herwesa dibêjin sê kesên sivîl li herêma Homs li navenda welatî hatin kuştin piştî şere tifengek li nêzîk xalek pişkinîna ewlekatîyê çêbû. Şahid dibêjin hêzên ewlekariya Sûrî hijmara xwe li herêma Homs ya navenda xwepêşandanan zêde kirine.

Bizavkarên Sûrî dibêjin aloziyên pêwendîdar yên dijî hikûmetê sê kuştî li wê herêmê li pey xwe hêlan.

Serokê Sûrî Beşar Esed, di hevpeyvîna ligel televîzyona ABD de înkar kirîbû ku wî fermana kuştina bi hezaran xwenîşanderên dijî hikûmetê daye.

XS
SM
MD
LG