Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Alozîyên Rûsî de 8 Kes Hatine Kuştin


Leşkerên Rûs yên li Qafqasyayê

Xirabkarên Îslamî di pevçûneke de, 4 leşkerên Rûsî roja Yekşemê li başûrê Çeçenîstanê kuştin û 16 leşkerên din jî birîndar kirin.

Wezareta Navxweyî ya Rûsî dibêje, di şer de 4 mîlîtan hatine kuştin, 2 mîlîtanên din jî birîndar bûn.

Hate ragihandin, operasyona leşkerî jiber hebûna gelek berf û mij bi derengî ketîye. Leşkerên Rûsî, îro Duşemê jinûve dest bi lêgerîna mîlîtanan kir.

Rûsya ji destpêka salên 1990’an anku hilweşîna Yekîtîya Sovyetê vir ve, şerî xirabkarên Îslamî dike.

XS
SM
MD
LG