Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Alozîyên Sûrî de Herî Kêm 5 Sîvîl Hatine Kuştin


Di Alozîyên Sûrî de Herî Kêm 5 Sîvîl Hatine Kuştin

Berevankarên mafên mirovan li Sûrîyê dibêjin, hêzên ewlekarîyê roja Pêncşemê 5 kesên din li seranser welêt kuştin, rojek piştî ku grubên çekdar yên hevrik êrîşî bingeheke leşkerî kirîbû.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan jibo Sûrîyê, bingeh li Brîtanyayê ji Dengê Amerîka re got, hêzên ewlekarîyê 2 kesan li dora Derezor, 2 kesan li Himus û yekî din jî li Idlib kuştin.

Îdîayên heyî heta niha ji alîyê jêderên serbixwe ve nehatine piştrast kirin.

Bi alîyekî din ve, Çîn û Rûsya jî xema xwe li ser kuştinkarîyên li Sûrîyê dîyar dikin. Her du dewlet pêşnîyara Civata Ewlehîyê ya meha çûyî veto kirîbû ku jibo şermezerkirina eciqandina hikûmeta Sûrî hatibû amade kirin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînî Liu Weimin îro Pêncşemê bang kir ku kêşeya heyî bi rêyên sîyasî werine çareser kirin.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov jî banga qedandina şerê nav hikûmet û grubên opozîsyonê kir. Wî bang li hemî alîyan kir ku cûdabîrîyên xwe bi rêkên aştîyanê çareser bikin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji meha Adarê ya destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 3.500 kes ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin. Sûrîye ji tundî û tîjîyê, terorîstên bi piştgirîya hêzên derve û tundrêyên îslamî gunehbar dike.

XS
SM
MD
LG