Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Cot Peqînên li Şamê de bi Dehan Kuştî Hene


Karbidestên Sûrî dibêjin, di encama cot peqînên xwekujî de herî kêm 55 kes li paytaxt Şamê hatine kuştin, 370 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidest didine zanîn ku bi êrîşên îro 10'ê Gulanê dibe xundartirîn roja tundîyê, ji 14 mehan ve ku hîngê serhildana opozîsyonê destpê kirîbû.

Medyaya dewletê ya Sûrî dibêje, 2 bomvevanên xwekuj otomobîlên xwe danê sibeh li taxa Qazaz peqandin û bûn sedema kuştin û birîndarkirina gelek kesan.

Dîdevan dibêjin, wusa xuya ye ku armanca peqînan avahîya îstîxbarata leşkerî ya Sûrîyê ye ku di peqînan de derveyê wê avahîyê zîyan dîtîye.

Hikûmeta Sûrî ji peqînên îro bi gotina wê, “terorîstan”tawanbar kir. Lê, Civata Netewî ya Sûrî hikûmetê tawanbar kir ku ew êrîş pêk anîne ku çavdêrên Neteweyên Yekbûyî bitirsîne.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşan bi stûya xwe ve negirtîye. Berpirsê mîsyona çavdêrîyê ya Neteweyên Yekbûyî Robert Mood ê generalê Norwecî serdana cîhê bûyerê kir û êrîşan şermezar kir.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî kêm 9.000 kes ji destpêbûna serhildana dijî Beşar Esed vir ve, li Sûrîyê hatine kuştin, lê bizavkar dibêjin pirtir ji 11.000 hezar kes heta niha jîyana xwe hinda kirine.

Hikûmeta Sûrîyê îdîa dike ku 2.600 kesên ji hêzên wê ji alîyê “terorîstên bi piştgrîya bîyanîyan” ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG