Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Firokên Bêmirov de 7 Mîlîtan li Pakîstanê Hatine Kuştin


Leşkerên Pakîstanî li Wezîrîstana Bakur li mîlîtanan digerin.
Leşkerên Pakîstanî li Wezîrîstana Bakur li mîlîtanan digerin.

Karbidestên Pakîstanî dibêjin, firokên bêmirov yên Amerîkî, Dron bi roketan êrîşî avahîyeke li herêma eşirî ya wî welatî kir û hêrî kêm, 7 mîlîtanên berguman kuştin.

Êrîşa firokên bêmirov ya Pêncşemê, li devera Razmak ya Wezîrîstana Bakur ya seranserî tixubê Afganî qewimî ku wekî weşartgeha mîlîtanên Talîban û El Qaydeyê tê nasîn.

Roja Çarşemê jî êrîşeke wekî îro qewimîbû û li gorî karbidestên Pakîstanî, 16 mîlîtan li Wezîrîstana Başûr hatibûn kuştin.

Di êrîşeke din ya Sêşemê jî, 7 mîlîtan dîsa li Wezîrîstana Bakur hatibûn kuştin.

Bi alîyekî din ve, karbidestên Pakîstanî dibêjin, hêzên ewlekarîyê herî kêm 22 kes li herêma eşirî ya Orakzai kuştin.

XS
SM
MD
LG