Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de 1 Leşkerê NATO li Afganistanê hate Kuştin


Êrîşvanek ku kincên artêşa Afganî lixwe kirîbû, li rojhilata Afganistanê teqe li leşkerên NATO’yê kir û 1 kes kuşt.

Gulebarandina Înîyê, êrîşa 15ê ye di nav vê salê de ye ku leşkerekî Afganî yan xirabkarên xwe di kincên artêşa Afganî de vedişerin êrîş dibin ser endamên NATO’yê.

Daxuyanîya NATOyê nasnameya leşkerê kuştî eşkere nekir û dîyar nekir ku çi li êrîşvan hatiye.

Lê, Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) ji zarê karbidestekî polîsan ya herêmî radigîhîne ku êrîşvan leşkerekî artêşa Afganî bûye ku kanîye ji cîhê bûyerê bireve.

Demeke zûtir ya vê mehê, NATO’yê ragihandibû ku hêzên wê zilamekî çekdar kuşt ku cilên artêşa Afganî li ser bû. Di wê êrîşê de 1 endamê NATO’yê hatibû kuştin.

Li meha Nîsanê jî leşkerekî Afganî li Qandaharê gule barandibû ser leşkerên Amerîkî û yek ji wan leşkerena kuştibû.

XS
SM
MD
LG