Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Kujêr de bi Dehan Kes li Îraqê Hatine Kuştin


Di Êrîşên Kujêr de bi Dehan Kes li Îraqê Hatine Kuştin
Di Êrîşên Kujêr de bi Dehan Kes li Îraqê Hatine Kuştin

Di 2 êrîşên cûda yên mîlîtanan de, herî kêm 17 kes li bakurê rojhilata Îraqê hatine kuştin.

Karbidestên li Dîyala dibêjin, otomobîleke bi bombe li bazarekê bajarokê Xalis ya 80 km nêzîkî Bexda peqî. Di wê peqînê de 10 kes hatine kuştin, pirtir ji 20 kesên din jî birîndar bûn.

Di êrîşa din ya derengîya Pêncşemê de, çekdaran, bi kêmî ve 7 kes li Dîyala kuştin ku yek ji qûrbanîyan, qumandarekî Sahwa anku Civata Şîyarbûnê ya dijî El Qaydê ye.

Bi alîyekî din ve, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraql Nurî El Malikî û rêberên din yên Îraqî re kom bû.

Birêz Biden piştî hevdîtina xwe ya ligel Malikî roja Çarşemê gotibû ku her du welat derbazî qonaxeke nû dibin.

XS
SM
MD
LG