Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şewata Nexweşxaneyê de Dehan Kes li Hîndîstanê Mirin


Di Şewata Nexweşxaneyê de Dehan Kes li Hîndîstanê Mirin

Di encama şewateke li nexweşxaneyeke li Hîndîstanê de, herî kêm 88 kes jîyanên xwe ji dest dan.

Karbidestên Hîndî dibêjin, şewat waxtekî zûtir ya roja Înê li Nexweşxaneya AMRI ya li Kalkuta ya paytaxta eyaleta Bengala Rojava derket û li tevahîya nexweşxaneyê belav bû.

Televîzyonên herêmî dîmenan nîşan dan ku nexweş di bin dûkelan de ji avahîya çend qatî têne derxistin. Xizmên nexweşan jî li derveyê nexweşxanê bi xem û fikaran dipên.

Rêvebirekî bilind yê nexweşxanê got, di dema şewatê de 160 nexweş li hindûrê avahîyê hebûn.

Tê ragihandin, ev şewata siseyan ya li heman nexweşxanê ye.

XS
SM
MD
LG