Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Misirê de Partîyên Îslamî li Pêş in


Di Hilbijartinên Misirê de Partîyên Îslamî li Pêş in
Di Hilbijartinên Misirê de Partîyên Îslamî li Pêş in

Encamên pêşîn yên gera yekê ya hilbijartinên parlemanê li Misirê nîşan didin ku partîyên îslamî kursîyên herî zêde destve anîne.

Agahîyên ku roja Şemîyê hatine rahihandin destnîşan dikin ku Partîya Dad û Azadî ya Biratîya Misilmanan pêşenga hilbijartinê ye. Gruba El Nur Selefî ya konservatîf jî, xuya ye di rêza duyê de be.

Televîzyona CNN dibêje, karbidestên hilbijartinê çaverê ne ku encamên irtir derengîya Şemîyê werine eşkere kirin.

Rêvebirê komîsyona hilbijartinê Abdul Muazez Îbrahîm roja Înê gotîbû ku tevlîbûna dengdanê gelek bilind e.

Hilbijartina niha, hilbijartina cara yekê ye piştî ku Serokê berê Husnî Mubarek li meha Şubatê desthilat berdabû.

XS
SM
MD
LG