Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Îranê de Ehmedînijad Rastî Şikestek Mezin Hat


Serok Komarê Îranê Mehmûd Ehmedînijad di nav gera dawîyê ya hilbijartinên parlemanî de rastî şikestek mezin hat ku ne dûr e karîgerî li ser hilbijartinên serokatîyê yên sala bêt hebe.

Encamên duhem gera hilbijartinê roja Înî piştîvanîyek bihêz bo rêberîya olî ya Îranê nîşan da, di nav de rêberê bilindê Îranê Ayatollah Elî Xameneyî.

Dezgehê ragihandina dewletî roja Şemê dazanîn rikeberên Ehmedînijad 20 kursî bi dest anîn, alîgerên wî heşt kursî û kesên serbixwe jî 11 kursî bi dest anîn. Ew hilbijartin bo pirkirina 65 kursî ji 290 korsîyên parlemana Îranê hat kirin.

Tê çaverêkirin encamên dawîyê şeva Şemê eşkere bibin.

XS
SM
MD
LG