Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Bexdayê de Bi Dehan Kes Hatine Kuştin


Di Peqîna Bexdayê de Bi Dehan Kes Hatine Kuştin

Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama peqîna bombeyeke nav otomobîlekê de, herî kêm 31 kes li hatine kuştin. Peqîn li taxa Zafaranîyah ya paytaxt Bexdayê qewimî ku bi piranî Şîa lê dijîn.

Rêvebirên nexweşxaneyê dibêjin, bi kêmî ve 60 kesên din jî di encama êrîşa xwekujî ya roja li rojhilata Bexdayê de birîndar bûn.

Çend rêvebirên polîsan ragihand, peqîn li demekê qewimî ku behîdar jibo şîngirtina qûrbanîyekî êrîşa roja berê kom bibûn. Di êrîşên roja Çarşemê de 17 kes li seranser Îraqê hatibûn kuştin.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşa Înê bi stûyê xwe ve negirt.

XS
SM
MD
LG