Karbidestên Rûsî dibêjin, di peqînekê gazî ya li xwaringehekê de, 2 kes li Moskowê hatine kuştin û herî kêm, 26 kesên din jî birîndar bûn.
Peqîn îro Duşemê li mitbaxa xwaringeheke Îtalî qewimî û dû re agir li seranser avahîya sê qatî ya li başûrê Moskowê belav bû.
Karbidestên Rûsî hîn jî vekolîna xwe didomînin ku bizanin sedema bûyerê çi ye.