Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de 8 li Pakîstanê Hatine Kuştin


Di Peqîneke de 8 li Pakîstanê Hatine Kuştin

Bi kêmî ve 8 kes di peqîneke de li eyaleta Belucîstan ya Pakîstanê hatine kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûn.

Polîs dibêjin, bombe li ber xanîyekî li Quetta ku ji alîyê karbidestekî berê yê xwecîhî Naseer Mengal dihate kar anîn, peqî. Hîn dîyar nebû ku ajotvan dema peqînê, li nav otomobîlê bû yan ne.

Karbidsetên Pakîstanî dîyar nekirine ku Mengal yan endamên malbata wî di nav qûrbanîyan de ne, yan ne û ti kes berpirsîya êrîşê bi stûyê xwe ve negirtîye.

Belucîstan ji çend salên vir ve bûya qada alozîyên cûdaxwaz ku mîlîtan jibo otonomîya berfirehtir şer dikin û dixwazin kontrola derametên xwezayî bigirin destê xwe.

XS
SM
MD
LG