Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên li Şamê de bi Dehan Kuştî Hene


Medyaya dewletî ya Sûrî dibêje, herî kêm 2 peqîn li paytaxt Şam çê bûn û bi kêmî ve 10 kes tê de hatine kuştin, li vê demê ku xem û fikarên navnetewî li ser agirbesta heyî zêdetir dibin.

Bizavkar dibêjin, yek ji peqînan li nêzîkî mizgeftekê qewimî ku xwenîşandêrên dijî hikûmetê piştî nimêja Înîyê lê kom bibûn. Hikûmeta Sûrî “terorîstan” ji wan peqînan tawanbar kir û kiryar wekî peqîna xwekujî binav kir.

Peqîna din jî li demeke zûtir li taxekê Şamê qewimî ku gelek karxane û fabrîka lê hene.

Tundûtûjîya îro li vê demê tê ku bi hezaran xwenîşandêr li Heleb, Hama û çend bajarên din derketin kolanan û bang li Serok Beşar El Esed dikin ku desthilatê berde.

Hevdem, rexneyên Amerîka, karbidestên bilind yên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewropa yên dijî hikûmeta Sûrîyê zêdetir dibin ku şert û mercên plana aştîyê ya nûnerê navnetewî Kofi Annan bicîh nayîne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon îro Înîyê di civîneke ragihandinê de got, ew bi zêdebûna hejmara kuştîyên li Sûrîyê di xemê da ye, tevî ku hikûmeta Sûrî dubare soza sekinandina tundîtûjîyê dide.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî kêm 9.000 kes ji destpêbûna serhildana dijî Beşar Esed vir ve, li Sûrîyê hatine kuştin, lê bizavkar dibêjin pirtir ji 11.000 hezar kes heta niha jîyana xwe hinda kirine.

XS
SM
MD
LG