Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên li Îraqê de bi Dehan Kuştî Hene


Hêzên ewlekarîyê yên Kurd vekolîna cîhê peqînê dikin. Kerkuk, Nîsan, 19, 2012
Hêzên ewlekarîyê yên Kurd vekolîna cîhê peqînê dikin. Kerkuk, Nîsan, 19, 2012

Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama rêze peqînan de, herî kêm 35 kes li paytaxt Bexda û bajarên din yên bakur hatine kuştin, bi kêmî ve bîtirî 100 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidest radigîhînin, êrîşên Pêncşemê bi piranî hêzên ewlekarîyê kiribûn armanc.

Di jimareke peqînan li Bexdayê de, bi kêmî ve 15 kes li taxên Şîayan hatine kuştin. Yek jî peqînan li konvoyeke wezîrê navxweyî xist, lê wezîr ji êrîşê bê zîyan filitî.

Karbidestên Îraqî didine zanîn, di peqînên li Kerkukê de jî 9 kes hatine kuştin. Her wiha, li bajarên Samarra, Tajî û Ramadî jî peqîn qewimîn.

Heta niha ti kes berpirsîya bombekirinan negirtiye stuyê xwe. Lê, gelek caran tundrêyên Sunnî êrîşên Îraq a bi piranî Şîa pêk tînin.

Meha borî ji êrîşên heman rengî li Îraqê qewimîbûn. Di peqîn û êrîşên xwekuj yên li heyşt bakarna de herî kêm 46 kes hatibûn kuştin, pirtir ji 200 kesên din jî birîndar bibûn.

Ew êrîş, çend roj berî destpêbûna hilcivîna Yekîtîya Ereb hatibûn kirin ku Bexda mazuvanî lê dikir.

XS
SM
MD
LG