Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûna Çekdarî de 5 Kes Birîndar Bûn


Karbidestên Tirk dibêjin, hêzên Sûrî roja Duşemê gule barandin ser kampeke penaberan û bi kêmî ve 5 kes birîndar kirin, rojekê berî destpêbûna agirbesta bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî.

Bizavkarên Sûrî ji Dengê Amerîkayê re dibêjin, 2 kes li nêzîkî kampeke penaberan ya li bajarê Kîlîsê hatin kuştin. Nêzîkî 25.000 penaberên Sûrî vê gavê li Tirkîyê, li sê bajarên ser sînora Sûrîyê dimînin.

Rêxistina Çavderîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, bûyer waxtekî zûtir ya Duşemê qewimî, piştî ku serhildayên çekdar êrîşî xaleke kontrolê ya hêzên Beşar Esed kir.

Bizavkar dibêjin, şervanên serhilda herî kêm 6 leşkerên Sûrî kuştin.

XS
SM
MD
LG