Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Dawî ya Hilcivîna NATO'yê de Xwepêşandanên Biçûk Diqewimin


Di roja dawî ya hilcivîna NATO'yê de, li bajarê Chicago xwnîşandêr berdewam xwepêşandanan dikin, piştî şer û pevçûnên bi polîsan re.

Peyamhinerekî Dengê Amerîka ku li cîhê bûyerê ye, ragihand ku bi texmînî 120 xwenîşandêr îro Duşemê xwepêşandanek pêk anî.

Xwenîşandêr li pêş navenda giştî ya kampanya Boeing ya firokan kom bûn û dirûşmên dijber qerîyn.

Di xwepêşandanên do Yekşemê de herî kêm 45 xwenîşandêr hatibûn girtin, dema bi hezaran kes şerê li Afganistanê, newekhevîya ekonomîk û kêşeyên din şermezer dikirin.

XS
SM
MD
LG