Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna li Pakistanê de 2 Leşker Hatin Kuştin


Polîsên başûr rojavaya Pakistanê dibêjin, du leşker hatin kuştin û bi kêman ve 10 kes birîndar bûn dema ku teqîna otomobîlekê kerîyekî artêşê kire armanc.

Polîs dibêjin, teqîn roja Duşemê li Quetta pêk hat, paytexta parêzgeha Baluçistan li başûr rojavaya welatî.

Ti kesî berpirsîya teqînê nexistîye stûyê xwe.

Baluçistan cihê gelek grûbên mîlîtan e, wekî hêzên ser bi Talîban ve û cudaxwazên Baluçî, ku şerê çekdarî jibo bidestxisitina otonomîya sîyasî dikin.

Rêxistina Amnesty International dibêje Baluçistan yek e ji pirtirîn herêmên biçekbûyî li Pakistanê.

XS
SM
MD
LG