Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Tundîya Qafqasya Bakur de 9 Kes li Rûsyayê Hatine Kuştin


Di Tundîya Qafqasya Bakur de 9 Kes li Rûsyayê Hatine Kuştin

Di şer û pevçûnên navbêra hêzên Rûsî û mîlîtanên Îslamî de, herî kêm 9 kes li herêma Daxistanê ya Qafqasyaya Bakur hatine kuştin.

Raportên medyaya Rûsî ji zarê karbidestan radigihînin ku di şeran de herî kêm 4 leşker û 5 mîlîtan hatine kuştin.

Daxistan herêmeke li başûrê Rûsyayê ye ku bi piranî Misilman e û bûye qada tundûtûjîya xirabkarên Îslamî.

Cûdaxwazên li Çeçenîstana cîran du şerên mezin li dijî hikûmeta Rûsî kirin. Tevî ku pevçûnên girîng berî deh salan biqedin jî, êrîşên dijî armancên hikûmetê tim berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG