Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Îro jî Xwepêşanderên Hevrik Dikujin


Disko bo'g'ozi, Grenlandiya (Ian Joughin)
Disko bo'g'ozi, Grenlandiya (Ian Joughin)

Hêzên ewlekarîyê yên Sûrî li çend bajaran teqe li xwepêşanderan kir, tevî ku hikûmetê ragihandibû ku ew pêşnîyara aştî ya Yekîtîya Ereb qebûl dike.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, di êrîşên îro de herî kêm 7 hatine kuştin ku piranîya wan li bajarê Himusê û taxeke paytaxt Şamê çêbûn.

Bizavkar her wiha dibêjin, artêşa Sûrî berdewam bi topan êrîşî bajarê Himusê dike.

Ajansa Reuters radigîhîne, televîzyona dewletê ya Sûrî kuştînkarîyan red dike.

Sûrîyê roja Çarşemê ragihandibû ku ew pêşnîyara Yekîtîya Ereb qebûl dike ku daxwaza dem û dest vekêşana hêzên ewlekarîyê ji kolanan dike û her wiha dixwaze dawî li tundî û tûjîyê bîne.

Pêşnîyara Yekîtîya Ereb her wiha daxwaz ji Sûrîyê dikir ku hemî girtîyan azad bike, ku ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve hatibûn desteser kirin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, zêdeyî 3.000 kes ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve, anku li nav 8 mehên borî ji alîyê hêzên ewlekarî ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG