Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandana Wall Street de 200 Bizavkar Hatine Girtin


Di Xwepêşandana Wall Street de 200 Bizavkar Hatine Girtin

Polîsên New York’ê, di xwepêşandanên roja Pêncşemê de pirtir ji 200 xwenîşanderên dijî kapîtalîzmê desteser kirin.

Di rêdeçûna dohî de, xwenîşanderan jibo pîrozkirina du mehî ya tevgera Wall Street Dagir Ke kom bûn û dû re bi hezaran endamên sendîkayan jî li ser Pira Brooklyn tev li rêdeçûna wan bûn.

Tevî ku rêdeçûn bi giştî aştîyanê derbaz bû, karbidest radigîhînin, di pevçûnên navbêra hêzên ewlekarî û xwenîşanderan de 7 polîs birîndar bûn.

Xwepêşandana girseyî, du roj piştî ku rêvebirîya bajêr xwepêşanderan ji Parka Zuccotti ya Manhattan’a Jêrîn derxistin, hate kirin.

Xwenîşander ji meha Îlonê vir ve li Parka Zuccotti diman û newekhevîya ekonomîk û kompanyayên mezin protesto dikirin.

Do her wiha li bajarên Los Angeles, Portland û çend bajarên din yên mezin jî xwepêşandanên heman rengî hatin kirin.

XS
SM
MD
LG