Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Înîyê de Herî kêm 13 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Xwepêşanderên hevrik îro Înîyê dîsa derketine kolananên Daraa. Mijdar 11, 2011.

Bizavkarên mafê mirovan dibêjin, hêzên Sûrî, roja Înîyê bi kêmî ve 13 kes di xwepêşandanên dijî hikmetê ya seranser welêt de kuştin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand, piranîya kuştinkarêyan li herêma Himusê qewimîn. Hêzên ewlekarîyê yên Sûrî li bajêr jimareke êrîşan destpê kirîbûn da ku xwenîşanderên cudabîr desteser bikin.

Îdîayên kuştinkarîyan bi serbixweyî nayên rastandin, jiber ku Sûrîye nahêle ku medyaya bîyanî bûyeran bişopîne.

Pevçûnên roja Înîyê li heman demê tên ku Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan dibêje, reng e karbidestên Sûrî jiber êşkence û kuştinên neqnûnî, bi tawanên dijî morovahîyê werine gunehbar kirin.

Rêxistinên mafên mirovan û rêberên opozîsyonê dazwaz li xwepêşanderên dijî Beşar Esed dikin ku bang li Yekîtîya Ereb bikin ku endamtîya Şamê bicemidîne.

Yekîtîya Ereb ya 22 endamî li ber îro Şemîyê bi awarteyî li Qahîrê kom be ku xwepêşandanên berdewam ya li Sûrîyê gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG