Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Sûrîyê Tên Kuştin


Çend xwenîşandêrên Sûrî wêneya Beşar Sed dişewitînin.

Bizavkarên Sûrî radigihînin di xwepêşandanên seranser Sûrîyê de, herî kêm 12 kes îro Înê hatine kuştin.

Kuştinên îro li vê demê tên ku Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hazirîya pêşnîyareke nû dike ku xûnrijîna berdewam ya li wî welatî bi dawî bîne.

Bizavkarên opozîsyonê got, bi deh hezaran xwenîşandêr li seranser welêt herikîn kolanan da ku 30’emîn salvegera tepeserkirina hikûmetê ya li ser bajarê Hama’yê bîr bînin.

Lêxweşbûna Nevnetewî (Amnesty International) dibêje, di dorpêçkirina sala 1982’ê de ku fermana wê ji alîyê bavê Serokê Sûrî Beşar Esed, Hafiz Esed ve hatibû dayîn, dora 10.000 û 25.000 kes hatibûn kuştin.

Vîdyoyên ku di înternetê de hatien belav kirin, îdîa dikin ku li bajarên wek Himus, Şam û Idlibê jî rêdeçûnên dijî hikûmetê hatine kirin.

XS
SM
MD
LG