Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepîşandanên Girseyî de Bi Dehan Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Bizavkarên Sûrî dibêjin, îro Înîyê 10 kes li seranser Sûrîyê hatine kuştin, li vê demê ku xwepêşandanên berfireh yên dijî hikûmeta Beşar Esed berdewam dikin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, hêzên ewlekarîyê gule barandin ser otomobîlekê li bajarê Hama’yê û 3 kes kuştin.

Rêxistinê her wiha got, kesekî din jî ji alîyê hêzên hikûmetê ve li Hums’ê teqe lê hate kirin û kuştin.

Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) radigîhîne ku bi hezaran xwepêşandêr, piştî nimêja Înîyê diherikin kolanan û careke din daxwaza karberdana Serok Beşar Esed dikin.

Tundî û alozîyên li Sûrîyê roja Pêncşemê jî berdewam kirîbûn. Bi dehan kes di alozîyên dijî hikûmetê de hatibûn kuştin ku 4 ji wan xwendekarên Zanîngeha Heleb'ê bûn.

Dîdevan dibêjin, xwendekarên piştgirên hikûmetê li Zanîngeha Heleb'ê bi kêran êrîşî xwepêşandêran kirin, berî ku hêzên ewlekarîyê bi gazên îsotê û berikên rastîn ew ji hev cûda kirin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî kêm 9.000 kes ji destpêbûna serhildana dijî Beşar Esed vir ve, li Sûrîyê hatine kuştin, lê bizavkar dibêjin pirtir ji 11.000 hezar kes heta niha jîyana xwe hinda kirine.

Hikûmeta Sûrîyê îdîa dike ku 2.600 kesên ji hêzên wê ji alîyê “terorîstên bi piştgrîya bîyanîyan” ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG