Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku PKK Sêşemê Girtîyan Azad Bike


Muammer Guler.
Muammer Guler.
Wezîrê karê Hundir yê Tirkîyê dibêje ku çaverê tê kirin Partîya Karkerên Kurdistanê di demekê nêzîk de hejmareke leşker û karmendên dewletê yên girtî azad bike.

Di gotarekê de roja Duşemê li Enqereyê, Muamer Guler got biryar e PKK roja Sêşemê girtîyan teslîmê hejmareke parlamenterên Kurd bikin ku nuha li bakura Îraqê ne.

Li meha bihurî, rêberê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaz kiribû ku PKK girtîyan azad bike.

Hikûmeta Tirkîyê danûstandinê bi Ocalan re dike, di bizavekê de jibo bidawî anîna tundûtûjîyan li Tirkîyê.
XS
SM
MD
LG