Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibistanên li New Yorkê Jinûve Hatin Girtin


Zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona yên li New Yorkê yên di rojên dawî de kir ku berpirs tedbîrên dijî vîrusê berfireh bikin.

Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio dîyar kir ku hemî dibistanên li bajêr dê ji roja Pêncşemê pê ve girtî bin û perwerdeya rûbirû dê bi dawî bibe.

Bill de Blasio piştî civîna bi şêwirmendên xwe re da zanîn ku perwerdeya li bajêr dê bi awayekî onlayn bidome.

Ji nav bajarên Amerîka herî zêde li New Yorkê dibistan hene û niha nayê zanîn ku ewê dibistan jinûve kengî vebin.

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo di rojên borî de gotibû ku bajarvan Bill de Blasio dikare bi xwe biryara ser girtina dibistanan bide.

Bepirsê Perwerdeya New Yorkê Richard Crranza ji dibistanan re bi fermanekê ji dibistanan xwest ya perwerdeya rûbirû bi dawî bikin û dest bi ya onlayn bikin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Amerîka heta niha pirtir ji 250 hezar kes kuştine ku 34,187’ê wan li eyaleta New Yorkê çêbûne.

XS
SM
MD
LG