Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alozîyên li Zanîngeha Dîcleyê Didomin


Li Zanîngeha Dîcleyê ji roja Dûşemê vir ve, di navbera grubên cuda yên xwendekaran de pevçûn destpê kir.

Jiber sedema darvekirina hin afîşan di navbera gruba xwedekarên welatparêz û yê Hîzbullahê de alozî derketin. Ev alozîyên ku bi mudaxaleya polîsan mezin bû, du roj in li zaningehê didomin.

Jibo ku nav xwendekaran amade bin û êrîşan şermezar bikin, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk û rêvebirên Partiya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) roja Sêşemê çûn zanînegê. Lê, di dema alozîyan de Aysel Tugluk ji sere xwe birîndar bû.

Li ser vê yeke parlamenterên BDP’ê yên jin tevî endamên Tevgera Jinên Azad, li avahîya BDP’ê ya Dîyarbekirê daxuyanîyek dan.

Parlamentera Stenbolê ya BDP’ê Sebahat Tuncel axivî û îddîa kir ew kesên ku êrîşên xwendekarên Kurd kirine, ne xwendekar in, ji derve hatine.” Xanim Tuncel bîr xist ku di salên 90’î de li bajarên Kurdan, li ser navê rêxistina Hîzbullahê bi hezaran Kurd hatin kuştin.

Birêz Tuncel bi berdewamî got “Em wan hişyar dikin bila pêşîya van bûyeran bigirin, nexwe ji bûyer ew kes dê berpirs bin.”
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG