Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Dikanên Almanya Îro Duşemê Vedibin


Dikan û firoşgehên li jimareke eyaletên Almanya îro Duşemê vedibin.

Nûnerên hikûmet û eyaletan hefteya borî kom bûbûn û biryar dabûn ku tedbîrên dijî vîrusa korona qonax bi qonax sist bikin.

Di qonaxa pêşî de dê dikan û firoşgehên ji 800 metreçargoşeyan biçûktir vebin.

Hikûmet federal dîyar dike ku ger hemî dikan û firoşgeh bi hev re vebin, gelek kes dê bo kirîn û firotanê herin wan deran û vîrus dê dîsa belav be.

Kafe û restoranên Almanya hîn jî girtî ne.

Li gor agahîyên Enstîtuya Robert Koch ya li Almanya, vîrusa korona li wî welatî heta niha 4404 kes kuştine.

Ew vîrus li seranserê Almanya ketiye canê pirtir ji 140,000 kesan.

XS
SM
MD
LG