Lînkên eksesibilîtî

Berdevkê Koalîsyonê Dillon: HSD Niha Pirtir ji 50 ji Sedê Reqa Kontrol Dike


Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê Kolonel Ryan Dillon îro bi rêka telefonê ji nûçegîhanên Pentagonê re got Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) niha pirtir ji 50 ji sedê Reqa kontrol dike.

Dillion da zanîn ku DAIŞ berxwedaneke xurt li hindurê Reqa nîşan dide û ew ji dibe sedema hêdabûna pêşdeçûna şervanên HSD’ê.

“Di demên dawî de DAIŞ li pir tundî li bexwe dide û rêbazên wek êrîşên bi erebeyên bombebarkirî yên sabît, yên xwekujî, bombeyên veşartî û segvanên dûravêj pêşdeçûna hevkarên me hêdî dike, lê şervanên HSD’ê dîsa jî pêşdeçûna xwe didomînin.”

Dillon dîyar kir ku ew bi awayekî karîger piştgirîya hevkarên xwe yên li erdê dikin û armancên DAIŞ’ê didin ber bombeyan.

“Di nav du hefteyên dawî de me pênc navendên diravî yên DAIŞ’ê li Îraq û Sûrîyê hilweşandin û zîyaneke mezin da wê rêxistinê.”

Dillon herwiha da zanîn ku hêzên Amerîkî yên li nêzî Minbicê bûne êrîşên çekdarî, lê ti zarar negiheştiye hêzên wan. Tevî ku rojnamevanan jimareke caran pirsîn ku alîyê êrîşkar kî ye, Dillon bersîva wê pirsê neda.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG