Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilocan: Pêwîstîya Hunera Kurdî bi Piştgirîya Aborî Heye


Hunermend Dilocan bi salan di warê hunera Kurdî de xebatek bûhempa kiriye û kedek berçav xwebexşî huner, stran û folklora Kurdî li Sûriyê kiriye.

Dilocan li gundê Zêdiyê yê bi ser parêzgeha Hesekê ve ye hatiye dunyayê.

Ji zaroktiya xwe ve wek stranbêj û tembûrvan beşdarî komên folklora Kurdî bûye.

Ew li Şama paytexta Sûriyê, di Koma Kawa ya kelepora Kurdî de rêvebirê xebatên hunerî bû.

Dilocan li navenda huner û muzîkê li bajarê Humsê, xwendina muzîk kir û xwe fêrî zanistên muzîkî kir û jinadina keman, ûd li kêleka tembûrê.

Di sala 1990 de albuma xwe ya bi navê Sînor belav kir.

2003 albuma Sibe Dûre belav kir

2005 albuma Mixabin belav kir.

Albuma dawî di sala 2012an bû bi navê Leylan.

Niha Dilocan li Herêma Kurdistanê dijî û li wir mamoste ye û zarokan fêrî muzîkê dike.

Berhmên wî amade ne lê ji ber rewşa aborî, nikare wan belav bike. Ew dibêje ku rewşa hunermendên Kurdan dijawar e jiber ku ji alîyê aborî ve piştgirîya wan nayê kirin ku ew bikaribin berhemên xwe bi hêsanî belav bikin.

Deng û Reng- Dilocan-4-4-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:03 0:00

XS
SM
MD
LG