Lînkên eksesibilîtî

DITIB Beşdarîya Xwepêşandana Dijî Terorê ya Misilmanên Almanya Nake


Rêxistinên Misilman li Almanya biryar dan ku roja Sêşemê rêdeçûneke aştîxwaz ya dijî terorîzmê li dar xin, lê mezintirîn rêxistina bi navê Yekîtîya Tirk û Îslam ya Dîyanetê (DITIB) dibêje ewê beşdarîya wê mêşê neke.

Rêdeçûna bi navê Nicht Mit Uns anku Ne Bi Me Re ku ji alîyî bizavkarên Misilman ve li bajarê Koln tê darxistin û armanc dike ku teror û tundîya li ser navê Îslamê şermezar bike.

Lê, DITIB ku girêdayî Seroktîya Karên Olî ya Tirkîyê dixebite, dide zanîn ku ewê beşdarê wê rêdeçûnê nebe, bi sedema ku ew kiryar Misilmanan sucdar nîşan dide û metirsîya perçekirina civaka Almanî tîne pêş.

DTIB bang li endamên xwe dike ku roja xwepêşandanî li malên xwe bimînin û tev li rêdeçûnê nebin.

“Daxwaza pêkanîna xwepêşandanên dijî terorîzmê ji Misilmanan ne rast in jiber ku Misilmanan wek gunehbar nîşan didin û nêrîneke çewt dide ku terorîzma navnetewî ji mizgeft û civakên wan derdikeve,” berdevkekî DITIB’ê got.

Daxuyanîya DITIB’ê bi berdewamî îdia kir ku Misilman ji berê de, gelek caran xwe ji kiryarên terorîzmê dûr xistine û bi daxuyanîyên giştî, dûa û însîyatîfên din nerazîbûna dijî terorê eşkere dikin.

DITIB’ê herwiha rexne kir ku mêş di rojeke Ramazanê de tê kirin ku Misilman di dema rêdeçûnê de bi rojî ne û nikarin tev li xwepêşandanî bibin.

XS
SM
MD
LG