Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Karên Olî li Tirkîyê 1,112 Karmendên Xwe ji Kar Avêtine


Ajansa Reuters radigihîne ku Rêvebirîya Karên Olî (Diyanet Işleri) li Tirkîyê, ji hewila darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê heta niha 1,112 personelên xwe ji kar avêtine ku di nav wan de mele û mamosta jî hene.

Karbidestên Tirk zanayê olî Fethullah Gulen bi plandanerîya darbeya têkçûyî, lê Gulen wan îdiayan red dike.

Gulen serokê toreke navnetewî ye ku bi dehan salan e xwedîyê bi sedan xwendingeh, karsazî û rêxistin û herwiha bi sed hezaran piştevan e.

Di encama darbeya tekçûyî de herî kêm 246 kes hatibûn kuştin, gelek kesên din jî hatibûn desteser kirin.

Bi alîyekî din ve, Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu ji nûçegîhanan re got ku du balyozên Tirk, girêdayî darbeya lekerî, ji karên xwe hatin dûrxistin.

Karbidestên Tirk heta niha pirtir jî 60,000 leşker, polîs, dadwer, mamosta, karmendên dewletê desteser kirine, ji kar avêtine yan û xistine bin lêpirsînan.

XS
SM
MD
LG