Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Diyarbekir 2 Leşker Hatin Kuştin, Zêdetir 50 Birîndar Hene


Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu da zanîn ku şevê din êrîşek bi trombêlek bombekirî li dij bingehek; leşkerî pêk hatiye, di encam da 2 leşker hatine kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne.

Êrîş li herêma Hanî ya girêdayî Amedê pêk hatiye, karbidestên dewleta Tirk, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi êrîşê tawanbar dikin.

Ajansa Fransî AFP dide zanîn ku demûdest hêzên ewlekariyê li herêma bûyerê dest bi lêgerînan kiriye, herêm hatiye kontrol kirin û hewildan jibo girtina êrîşkaran berdewam e.

Tirkiyê dest bi hewleke leşkerî ya bihêz li dijî şervanên PKK kiriye, taybetî piştî agirbesta 2 salan 2015an de bi dawî hat.

Piştî dawîbûna agirbestê tund û tûjî li Tirkiyê û taybet herêmên Kurdan li başûrê rojhilata welat tên berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG