Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke Hêzdar ya Dîyarbekirê de bi Dehan Kuştî û Birîndar Hene


Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê ragihand ku di peqînekê de herî kêm 8 kes li Dîyarbekirê hatin kuştin, pirtir jî 100 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên Tirk dibêjin ku êrîş li nêzîkî polîsxeneyekê qewimî û polîs jî di nav qurbanîyan de hene.

Hêjayî balkişandinê ye ku êrîşa îro çend demjimêr piştî desteserkirina hevserok û 9 parlementerên HDPê pêk hat ku bi tawana “terorîzmê” hatibûn desteser kirin.

HDP partîya herî mezin ya sîsêyan e û li parlemana Tirkîyê xwedîyê 59 kursîyan e.

XS
SM
MD
LG