Lînkên eksesibilîtî

Serokê Halkbank Aslan Hate Berdan


Xwepêşanêr li Enqere dijî dizî û perexwarinê ne
Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê dibêje, dadgeheke wî welatî birayar da ku serokê bankayeke dewletê ji zindanê derxîne ku bi tawanên bertîl û perexwarinê tê darizandin.

Ajansa Anadolu dibêje, serokê berê yê Halkbank Suleyman Aslan, ligel 7 kesên din îro Înê hate berdan.

Ew kesana di nav 20 kesên din de bûn ku di 17ê meha 12, Berfanbarê de hatibûn desteser kirin, di bin operasyoneke fireh ya dizî û bertîlê de.

Di wê operasyonê de kesê nêzîkî Serokwezîrê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan hatibûn armanc kirin û zarokên çend wezîrên hikûmetê jî hatibûn girtin.

Hêjayî gotinê ye, 2 zarokên wezîrên berê û karsazekî Îranî hîn jî di zindanê de, desteserkirî ne.

Medya Tirkî ragihandibû ku polîsan dest danabû ser 4.5 mîlyon dolar dirav ku li mala Aslan, di hindûrê qutika solan de hatibûn veşartin.

Erdogan bi pêgirî îdîa dike planeke veşartî li dijî hikûmeta wî tê meşandin, ji alîyê tevgereke ku ji Amerîka tê rêvebirin.
XS
SM
MD
LG