Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 8 Kes di Operasona Dawî de Hatin Girtin


Li Tirkîyê 8 kesên ku jiber îdîayên bertîl û perexwarinê dihatin lêpirsîn kirinm îro Înîyê bi fermî hatine desteser kirin.

Ajansa Anadolu ya fermî ya Tirkîyê ragihand ku di nav 8 kesan de kurên wezîrên hikûmetê û birayê bajarvanekî taxeke Stenbolê jî heye û e ew kes bi wergirtina bertîlê têne tawanbar kirin.

Hêjayî gotinê ye, lêpirsîna herî kêm 27 kesên din di heman operasyonê de ji alîyê dadweran ve didome.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dijberîya xwe hember vê operasyonê ragihand û ew yek wek nexşeyeke dijî hikûmeta xwe nav kir.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bekîr Bozdag jî îro Înîyê got, armanca van operasyonên lêpirsîn û desteserkirinê lawazkirina hikûmeta wan e, berî hilbijartinên sala 2014’an.
XS
SM
MD
LG