Lînkên eksesibilîtî

3 Wezîrên Tirk Dest ji Postên Xwe Berdan


Sê wezîrên hikûmeta Tirkiyê îro Çarşemê dest ji postên xwe berdan, çend rojan piştî kurên wan di operasyoneke gendelî û wergirtina bertîlê hatine girtin.

Ooperasyona ku hevalbendên serokwezîr Recep Tayyip Erdogan kiriye armanc, yek ji xirabtirîn qeyranên sîyasî ku rû bi rûyê desthilata 10 salî ya wî dibe.

Wezîrê Aborî Zafer Çaglayan û Wezîrê Navxweyî Muammer Guler di peyamên nivîskî de dest ji karvekêşana xwe ragihand û ajansa Anadolu ya ser bi dewletê peyama wan belav kir.

Wezîrê Jîngeh û Avadanî Erdogan Bayraktar, di hevpeyvînekê zindî ya televîzyona NTV de dest ji kar vekêşana xwe ji hikûmet û parlemanê ragihand. Wî daxwaz ji serokwezîr Erdogan jî kir ku dest ji posta xwe berde.

Her sê wezîran ragihand ku wan ti xeletî nekirine.

24 kes, ku nav wan de kurên Caglayan û Guler û Berpirsê Giştî yê Halkbank jî hene, bi tawana wergirtina bertîlê hatîne girtin.

Raportên medyayê radigihînin ku polîsan dest bi ser 4 mîlyon û 500 hezar dolaran girt ku li nav kartonên pêlavan li mala berpirsê giştî yê Halkbankê hatibûne veşartin.

Herwiha yek mîlyon dolar li mala Bariş, kurê Muamer Guler dest bi ser hatiye girtin.
XS
SM
MD
LG