Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin: Kuştina Balyozê Rûsî Derbeke li Prestîja Tirkiyê Xist


Ajansa Reuters li gur media Rûsî ragdigehîne ku, gotebêjê Kremlin Dmitry Peskov
roja Çarşemê gotiye kuştina balyozê Rûsya Andrey Karlov derbek bihêze li Tirkiyê hatiye xistin.

Herweha daye zanîn û gotiye belê "sedî sed derbeke li heybeta Tirkiylê hatiye xistin".

Malpera fermî ya Kremlin dide zanîn ku, serok Putin Navnîşana "Qehremanê Rûsya", daye Andrey Karlov balyozê Rûsî yê ku roja Duşemê li Enqerê hatî kuştin, ev mezintirîn xelate li Rûsya.

Balyoz Andrey Karlov roja Duşemê di êrîşeke çekdarî de li Enqerê hat kuştin dema di Pêşangehekê de peyvek pêşkeş dikir.

XS
SM
MD
LG