Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktorê ku Ser Vîrusa Korona Hişyarî Kiribû Jîyana Xwe ji Dest Da


Doktorê Çînê Li Wenliang yê ku vîrusa korona berî herkesî ferq kiribû û hevkarên xwe hişyar kiribû jiber vîrusê jîyana xwe ji dest da.

Rojnameya Global Times ya Çînê berê dabû zanîn ku dilê Li Wenliang sekinîye û dîyar kiribû ku dermankirina wî didome.

Polîsên Çînê jiber ku Li Wenliang ji ser bloga xwe hemwelatîyên xwe bo vîrusa korona hişyar kiribû ew dabû ber lêpirsînê.

Li gor daneyên dawî vîrusa korona li Çînê bi kêmî ve 560 kes kuştine û ew vîrus ketiye canê 28000 kesan.

Vîrusa ku li Wuhan ya Çînê derket derbazî bi qasî 30 welatên din jî bûye.

Li derveyî Çînê, heta niha li Hong Kongê 1, li Fîlîpînê jî 2 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG