Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Fîlîstîyan de 1 Îsraîlî Hat Kuştin, 2 jî Birîndar Bûn


Karbidestên saxlemî yên Îsraîlê ragihand ku di êrîşeke Fîlîstînîyan de Îsraîlîyek îro Înê li nêzî rûniştgeheke nêzî Kenara Rojava hate kuştin, 2 kesên din jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlî got ku bavekî Îsraîlî û du zarokên wî bûn armanca êrîşa Fîlîstînîyan ya bi bombeyeke destçêkirî, dema ew seredana kanîya avê ya nêzî rûniştgeha Dolev dikirin.

Karbidestan dû re ragihand ku ji wan sê kesan, qîzeke 17 salî jiber birînên xwe li cîhê bûyerê hate kuştin.

Devera ku êrîş li wê derê çêbûye, sala borî jî bûbû qada şerên navbera Fîlîstînîyan û Îsraîlîyan jiber ku Fîlîstînî qazincan dikin ku erdê wan û çavkanîyên avê ji destê wan tên sitandin.

XS
SM
MD
LG