Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Domilî: Ereb Nuha Bizavê Dikin ku Kurd Nebe Hêza Serekî li Musilê


Xidir Domilî.
Xidir Domilî.
Lîsteya partîyên Kurdî li hilbijartina parêzgeha Musil serkeftineke mezin bi dest xist, li gorî daxuyanîyên karbidestên Kurd.

Encama fermî ya hilbijartinan hêj nehatîye ragihandin.

Xidir Domilî, çavdêrê medyayê yê hilbijartina parêzgeha Musilê, dibêje ku alîyên Ereb li Musilê nuha danûstandinê dikin ku Kurd nebine hêza serekî di nav bajarê Musil û encûmena parêzgehê de.

Birêz Domilî got ku Ereb dixwazin Kurd bibin hêzeke şirîk ya bêbandor li Musil.

Derbarê îdîayên fêl û saxtekarîyan di dengdanê de, birêz Domilî got ku di hemû hilbijartinên Îraqê de zêdegavî û nerêkî hene, lê belê proseya dengdanê li Musilê heta radeyekê serkeftî bû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:21 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG