Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Gotûbêje Duyê de Trump û Clinton bi Tundî Êrîşî Hevdû Kirin


Berbijarên seroktîya Amerîka Hillary Clinton a Demokrat û Donald Trump ê Komarî di gotûbêja duyê ya televîzyonî de, şeva Yekşemê li Zanîngeha Washington ya bajarê St. Louis li Missouri hatin hember hevdû.

Di gotûbêja didoyan de, ku piştî dîmenên Trump ku tê de gotinên xirab li hember jinan kiribû, hate kirin, Cliton û Trump destên hevdû negirtin û hevdû silav nekirin.

Di gotûbêja televîzyonî de ku bi zimanekî tund û neyarane berdeam kir, berbijaran hevdû bi gotinên dijwar rexne kirin û carna jî êrîşî hevdu kirin.

Namzedê Komarî Trump bi awayekî neçaverêkirî got ku eger ew bibe serok, wê lêpirsîneke hember hevrika xwe Clinton bide vekirin.

Trump li ser şerê dijî DAIŞê got ku ewê bi awayekî karîger hewil bide ku DAIŞê tune bike. Wî rexne Obama û Clinton rexne kir ku jiber biryarên wan yên şaş DAIŞ derketiye holê û wiha xurt bûye.

Namzeta Demokrat Clinton li ser wê şîrovê bersîva Trump neda û gotinên Michelle Obama dubare kir ku “dema hevrikên wê xwe nizim bikin, hun xwe bilidn bikin” û zêde behsa babetên hesas nekir.

Clinton wek di gotubêje yekê de gotibû, vê carê jî dubare kir ku ewê piştgirî û çek bide Kurdan.

“Kurdên li Sûrîyê û herwiha li Îraqê baştirîn hevkarên Amerîka ne, tevî ku hin kes vê nerîna wê hez nekin jî, ewê çekan bide Kurdan ku şerê DAIŞê bikin û Reqa azad bikin,” Clinton got.

Trump rexneyên giran li Clinton kir ku di dema wezîrtîya xwe de sîstemeke taybet ya e-maîlan bi kar anîye û bi zanabûn bîragiştî xapandiye.

Clinton gelek caran Trump wek derewçî bi nav kir û got ew berpirsîya kiryarên xwe radike ser xwe, lê ti delîl tune ku pêzanînên taybet yên nepênî ji destê wê gîhane kesên xirab.

XS
SM
MD
LG